Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Ewlehîya Îsraîlê Û Herêmê li Dijî Metirsiya Îranê Xurt Dike


Civîna Bilind ya Cede ya Ewlehî Û Pêşxistinê
Civîna Bilind ya Cede ya Ewlehî Û Pêşxistinê

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Înê li bajarê Cede yê Erebistana Saûdî digel Şahê Erebistana Saûdî Selman û Welîehd Mihemed Bin Selman hevdîtin pêk îna da ku ewlehiya Îsraîlê li hember metirsiya Îranê xurt bike û bandora Amerîkayê li Rojhilata Navîn jinûve bisepîne, digel padîşahiya ku wî berê jiber rewşa wî ya xirab ya mafên mirovan şermezar kiribû.

Biden piştî hevdîtina xwe ya digel Saûdîyan gote rojnamevanan, "Em li Rojhilata Navîn valahiyê nahêlîn ku Rûsya û Çînê tijî bikin." " Û em encaman werdigirin."

Biden rasterast ji Tel Avîvê çû Cîdê, çend demjimêran piştî ku padîşahîyê vekirina rêyên xwe yên asmanî ragihandî, û bi vî awayî qedexeya Saûdî li ser firînên berbi Îsraîlê ve û ji Israelê ve bi dawî kir. Ev bizava Riyadê beşek ji germbûna berfirehtir ya têkiliyên navbera Îsraîl û cîhana Erebî bû dema ku ew li dijî Tehranê nêzîkî yekûdu dibin.

Bidenî got, "Ew peymaneke mezin e. Peymaneke mezin." "Ne tenê sembolîk, lê ji alîyê bingehîn ve, ew karek mezin e," û wî serda ku ew hêvî dike ku ev gav di dawiyê de bibe sedema asayîkirina berfireh ya têkiliyên Saûdî û Îsraîlê. Her du welat nûke hevdu nas nakin.

Biden pêşwaziya dirêjkirina Erebistana Siûdî ya agirbesta li Yemenê kir ku nêzîkî çar meh berê bi navbeynkarîya Neteweyên Yekgirtî ve pêkhatibû.

Û wî herwiha pêşwazîya pabendbûna Riyadê jî kir ji bo gihandina çareseriyeke berfireh ya pevçûnê ku di dawiya sala 2014an de dest pê kiribû.

Bidenî got, "Me li ser pêwîstiyên ewlehîyên Erebistana Saûdî ji bo parastina padîşahiyê gotûbêj kirin, ji ber gefên pir rasteqîn yên Îran û alîgirên Îranê."

Biden herwiha vekişîna hêzên aştîparêz yên pirnetewî ji Girava Tîranê ya li Deryaya Sor ragihand û kontrola wê wegerîya bo Riyadê di rêkeftinekê da ku Washingtonê di navbera Erebistana Saûdî, Misir û Îsraîlê da hêsankarî dikir. Wî ew wek peymanek dîrokî bi nav kir ku krîza şerê "nava Rojhilata Navîn da vediguherîne bo aştiyê."

Bidenî çi daxuyanîyeka ku bikare nirxê petrolê kêm bike dîyar nekir, tenê got ku wî û Saûdîyan "gotûbêjek baş" kirîye li ser dabînkirina petrolê ya têrûtejî ku piştgirîya pêşveçûna aborî ya cîhanê bike.

"Ez her tiştê ku ji destê min tê dikim da ku dabînkirina petrolê bo Amerîkayê zêde bikim û ez hêvî dikim ku çêbibe," Bidenî got.


Bidenî herwiha got li ser mijara mafên mirovan û kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî helwesta xwe "bi zelalî" bo welîehdî eşkere kirîye, ku di encamê de li gorî Biden wî îdîa kirîye ku ew " ne berpirsiyarê vê yekê bû."
Lê bidenî got "Min destnîşan kir ku ez difikirim ku ew bû".

Lê alîyê din ve sazîyên mafê mirovan serdana Bidenî bo Erbistana Saûdî rexne kirin. Agnès Callamard, sekretera giştî yê Rêxistina Lêborîna Navnetewî, di hevpeyvînekê da ligel Dengê Amerîkayê got, serdana Biden ya Saûdîyê "wek şemaqekê" bû li rûyê hemû kesên ku doza mafên mirovan dikin.

XS
SM
MD
LG