Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya dibêje, Tirkiyê li Dor Qedexeya Firînan bo Sûrîyê Pêşwext Ew Agehdar Kirin E


Peyvdara wezaretê Maria Zakharova
Peyvdara wezaretê Maria Zakharova

Wezareta Derve ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku Tirkîyê pêşwex hişyarî dabû Rûsya, berîya ku karanîna qada esmanî ya Tirk bo çûyîna Sûrîyê ya firokeyên Rûsî, qedexe bike.

Berdevika wezaretê Maria Zakharova dîyar kir ku Tirkîyê zêdetirî mehekê berê ji Rûsya xwestibû ku firokeyên ku diçin Sûrîyê ji ser qada esmanî ya Tirk neşîne.

Zakharova bi berdewamî da zanîn ku sedemên ku Tirkîyê nîşan dane jibo Moskowê zelal bûn û Rûsya niha wê rêyê bikar nayîne.

Daxuyanîyên Zakharova piştî ragihandina wezîrê derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ya di dawîya hefteyê de, hat.

Çavuşoglu gotibû ku wî di serdana xwe ya meha Adarê de ji Moskowê xwestiye ku di firînên Rusî bo Sûrîyê de, karanîna qada esmanî ya Tirkîyê rawestîne.

Wî dîyar kiribû ku Moskow daxwaza Tirkîyê qebûl kiriye û ji destpêka wê meha Nîsanê ve vê biryara xwe bi kar tine.

Rûsya ji 2015’an vir ve şandina firokeyên şer yên Rûsî û hevdem kelûpelên bo hêzên xwe yên li bingehên xwe yên li Sûrîyê, kurterêyeke ji ser qada esmanî ya Tirkîyê bikar dianî.

Qedexeya Tirkîyê wê niha firokeyên Rûsî neçar bike ku rêyek dirêjtir ya ji ser Îran û Îraqê re bi kar bîne, pirtir sotemeniyê xerc bihin û giranîya barên xwe kêm bikin.

Rûsya û Tirkîyê di şerê navxweyî yê Sûriyê de piştgirîya alîyên hevrik dikin, Moskow bi Tehranê re piştgirîya hikûmeta Serok Beşar Esed û herwiha Tirkîyê jî piştgirîya opozîsyonê dike.

XS
SM
MD
LG