Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên NATO Ser Endamtîya Swêd û Fînlandîya Axifîn


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wezîrên derve yên ser NATO vê hefteyê ser dibetîya endamtîyên Swêd û Fînlandîya axifîne.

Reutersê ew agahî ji zarê karbidestekî payabilind yê Wezareta Derve ya Amerîka ragihand.

Karbidestê ku bi şertê navê wî eşkere nebe ji rojnamevanan re axifîye dibêje derîyê tifaqê vekirî ye û wan ser dibetîya endamtîyên Swêd û Fînlandîya danûstandin kirine.

Ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve, her du welatên Îskandînav endamtîya bo tifaqa bi pêşengîya Amerîka dixin rojevê.

Reuters dide zanîn ku ji destpêka şer ve welatîyên Fînlandîya fikrên xwe guhertine û piranîya wan dixwazin ku welatê wan di NATO keve.

Wezîra Derve ya Fînlandîya Pekka Haavisto di rojên borî de gotibû ku ewê biryara xwe ya ser endamtîyê di demên pêş de zelaltir bikin.

Kremlîn dibêje ger Fînlandîya û Swêd bibin endamên NATO ewê li rêkên hevsengîyê binêrin.

XS
SM
MD
LG