Tirkîye û Amerîka bi daxuyanîyeke hevpar dîyar kirin ku di navbera her du welatan de 'Mekanîzmayeke Stratejîk' hatiye ava kirin; ya ku serokê Amerîka Joe Biden û serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan di Cotmeha 2021'an de li hev kiribûn.
Cîgira Wezîra Derve ya Amerîka Victoria Nuland roja Duşemê li Enqere ya paytexta Tirkîyê bi wezîrê derve Mevlut Çavusoglu û bi karbidestên payebilind yên Tirk hevdîtin kiribû.
Di daxuyanîyê de armanca hevdîtinên Nuland bo nirxandina mijarên berjewendîya hevbeş ya her du welatn hat bi nav kirin û wiha hat gotin.
" Di hevdîtina ku di navbera şandeyan de , mijarên ku her du welat xwedî berjewendî yên hevpar in hatine nirxandin; yên mîna hevkarîyên aborî û berevanîyê, têkoşînadijî terorê, geşadanên herêmî û cîhanî yên di pêyvajoya dagirkirina Ukrayna ya ji hêla Rûsya ve. "
Di daxuyanîya hevbeş de hevdem hat ragihandin ku wê gotûbêjên di navbera Tirkîye û Amerîka de, di asta wezaratên derve de, berdewam bikin.
"Amerîka û Tirkîye li bendê ne ku di sala 2022'an de di çarçoveya Mekanîzmaya Stratejîk de di asta wezîran de civîneke pêk bînin," di daxuyanîyê hat gotin.
Lê, di derbarê civînê pirtir agahî ne hat eşkere kirin.
Peywendîyên di navbera Enqere û Washingtonê de, ser mijarên wek kirîna Tirkîyê ya sîstemên mûşekî yên S-400 ji Rûsya, pişrgirêkên sîyasî yên li Sûrîyê, Lîbya û rojhilata Derya Sipî û herwiha mijarên dadweriyê aloz in.
Amerîka di Berfanbara 2020'an de jiber S-400'an dijî pîşesazîya berevanîyê ya Tirkîyê tole ragihandibû û herwiha ew ji bernameya firokeyên şer yên F-35 derxistibû.
Enqere ev gava Amerîka wek neheqî bi nav kir; lê ji alîyeke din ve di navbera her du welat ser başkirina peywendîyan danûstandinan dikin ku cûdahiyan bidin aliyekî û balê bikişînin ser hevkarîyê, tevî şerê li Ukrayna.
Tirkîye ya ku li Deryaya Reş bi Ukrayna û Rûsya re hevsînor e û bi her du welatan re jî xwedî têkiliyên baş e, bo bidawîkirina şer hewl dide ku navbeynkarîyê bike.
Tirkîye piştgirîya Kîevê dike lê hevdem dijî toleyên Rojavayî yên ser Moskowê jî derdikeve.
Di daxuyanîya hevpar de hat dîyar kirin ku Tirkîye û Amerîka pabendbûna xwe ya hevpar bo parastina serwerî û yekîtîya axa Ukrayna, dubare kirine.
"Amerîka ji hewldanên Tirkîyê yên bo hêsankirina çareserîyeke dadmend û dîplomatîk ya şer kêfxweş e," di daxuyanîyê hat gotin.
Marisa Lago, alîkara wezîra bazirganîyê ya Amerîka jî îro roja Sêşemê bo du rojan çû Enqerê da ku di warê aborî û bazirganî ya Mekanîzmaya Stratejîk da hevkariyê pêş bixe.