Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken li Îsraîlê bi Wezîrên Ereb re Kom Dibe


Wezîrê Derve Yê Amerîka Anthony Blinken
Wezîrê Derve Yê Amerîka Anthony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken roja Yekşemê tekez kir ku Amerîka û Îsraîlê "Pêgirin" ku nehêlin Îran bibe xwedî çekê navokî, her çende ku duberî heye derbarê nûjen kirin peymana navokî bi Komara îslamî ya Îranê re, ev di wî çaxî de bû ku Blinken li Îsraîlê danûstandinên li gel wezîrên çendîn welatên Erebî ancam dan, ku berî niha tiştek weha qet çênebûye.

Blinken di preskonferansa bi hevpîşeyê xwe yê Îsraîlî Yair Lapid re li Orşelîm/Qudsê got "Dema ku pirs girêdayî kanê çi giringtire, em bi temamî hevbîrin, em her du pêgirîn û bi îsrarîn ku nehêlîn Îran bibe xwedî çekê navokî.'

Îsraîl yek ji dijberên herî navdar yên peymana navokî ya bi Îranê re ye, ya ku di sala 2015'an de di navbera Tehran û hêzên mezin de pêkhatî, û dijberiya xwe li hemberî vejiyaandina wê nîşan da, bi taybetî ji ber ku ev yek dikare Washington daxwaza Tehranê ya derxistina Zêrevanên Şoreşê (heres El Sewrî) ji lîsteya "rêxistinên terorîst" yên biyanî erê bike.

Blinken got, rêveberiya Serok Joe Biden di wê baweriyê de ye ku "vegera ji bo pêkanîna tam ya peymanê rêya herî baş e ku bernameya navokî ya Îranê sinordar bike", ku vegere rewşa beriya ku Washîngton sala 2018'an di dema serokatiya serokê berê Donald Trûmp de yekalî xwe ji peymanê vekişandibû.

Îran tekez dike ku Bernama wê ya navokî ji bo armancên medenî ye, nek jibo yên leşkerî.

Ji aliyê xwe de Wezîrê Derve yê Îsralê Yair Lapid got "duberî derbarê Bernama navokî û encamên wê hene" li gel Washington "Lê di navbera me de diyalogek vekirî û bi bawerî heye", herwiha wî got "Îsraîl û Amerîka dê pêkve kar bikin ji bo ku nehîlin Îran bibe xwedî çekê atomî, lê dîsan jî Îsraîl dê wê bike ya ku dibîne pêdîvîye bihê kirin ji bo rawestandina Bernama navokî ya Îranê."

Li gor Lapid "gefa Îranê ne tenê axiftine, Îranî dixwazin Îsraîlê jinav bibin, ew biserneketine û emê rê nedîn wan." Yair Lapid wezîrê derve yê Îsraîl got.

XS
SM
MD
LG