Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy ji Kongresa Amerîkî Piştgirîya Xurttir Xwest


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê gotarekê ji Kongresa Amerîkî re pêşkêş kir û dij dagirkerîya Rûsyayê alîkarîya qanûndanerên Amerîkî xwest.

Zelenskyy ji Washingtonê xwest ku dijî êrîşên wêranker yên Rûsî, li ser esmanê Ukrayna herêmeke bêfirîn ya mirovî were danîn.

Serokê Ukraynî herwiha xwest ku toleyên dijî Rûsyayê hîn jî werin xurt kiriin û kompanî û karsazîyên Amerîkî bi tevahî ji wî welatî derkevin.

Zelenskyy ji Serokê Amerîka Joe Biden daxwaz kir ku bibe rêberê cîhanê ku aştîya cîhanê pêk bîne.

"Ez di jîyanê de wate nabînim, ger ew nikane mirinê bisekinîne. Û wek rêberê gelê Ukraynî, ew erka min ya serekî ye. Ez ji Serok Biden re bang dikim: Tu rêberê wî welatê mezin î û ez dixwazim ku tu bibî rêberê hemî cîhanê. Maneya wê jî ew e k utu bibî rêberê aştîya cîhanê," Zelensky bi Îngîlîzî got.

XS
SM
MD
LG