Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerê Girtîyên Behdînanê: % 60 ji Cezayên Girtîyan Hate Kêm Kirin


Avahîya Dadgeha Pêdaçûnê li Hewlêrê.
Avahîya Dadgeha Pêdaçûnê li Hewlêrê.

Serokê tîma girtîyên Behdînanê îro Çarşemê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ferman daye ku cezayê zindankirina girtîyên doza Behdînanê bi rêjeya % 60 kêm bibe.

Li gor vê yekê, ewê her pênc çalakvan û rojnamevan piştî şeş mehan werin berdan.

Dadgeha duyê ya Hewlêrê cezayê şeş sal di zindanê de li Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Ayaz Kerem, Şivan Seîd, Harîwan Îsa birîye, bi tawana têkdan û karê sîxûrîyê. Parêzer û malbatên wan van tawanan red dikin.

Beşdar Hesen, serokê tîma parêzerên Doza Behdînanê.
Beşdar Hesen, serokê tîma parêzerên Doza Behdînanê.

“Îro Çarşemê biryara serokê herêmê giheştîye wezareta kar û karûbarên civakî, lê me wek tîma parêzeran hêvî dikir ku lêborîneke taybet jibo van kesan were dayîn da ku demûdest werin azadkirin,” Beşdar Hesen, serokê tîma parêzerên Doza Behdînanê, ji Dengê Amerîka re got.

Malbatên van girtîyan kêfxweşîya xwe bi vê biryarê anî zimên.

Mihemed Emîn, bavê Guhdar Zêbarî ji Dengê Amerîka re got ku wan gelek xem û êş û azar dîtine.

"Çavên me li rêxistinên mafên mirov û parlamanter û her kesekî li hundir û derveyî Kurdistanê bûn. Ev bûye sal û nîvek ku Guhdar bê ti tawan girtî ye. Em spasîya her kesî dikin ewên bi me re westîyane. Em plan dikin ku pêşwazîyeke germ li Guhdar bikin û em li her kesî ye ku serdana me bikin,” Emîn Zêbarî got.

Nûnerên rêxistina Christian Peacemaker Teams (CPT) ya navnetewî ku berevanîya mafên mirov dike, li hemû rûniştinên darizandina her pênc rojnamevan û çalakvanan amade dibûn.

Derbarê biryara Serokê Herêma Kurdistanê, Kamîran Mele Osman, nûnerê CPT’ê li Herêma Kurdistanê, ji Dengê Amerîka re got ku ew xêrhatina vê biryarê dikin.

"Divê ev biryar li ser hemû girtîyên din jî were bicih kirin, wekî Qehreman Şukrî ku bi heft salan hatiye zindan kirin û ne di nav vê biryarê de ye. Divê ev biryar herwiha jî jibo Mele Nezîr Şêrwan Taha û Mesûd Elî jî were bicih kirin,” Osman got.

Wî herwiha bang li deshilatdarên Herêma Kurdistanê kir ku “di zûtirîn dem de pênc girtîyên Şêladizê jî, ku hîn roja dadgehkirina wan nehatîye dîyar kirin, divê bi awayekî dadmendî werin dadgehkirin û azadkirin."

Osman got ku ew herwiha daxwaz dikin ku Bêrîvan Eyûb jî di roja dadgehkirina xwe de, 28’ê Sibatê, were azad kirin.

"Divê ev rewşa ku heye ku bi Doza Behdînanê tê nasîn bi dawî were û rêz li azadîya derbirînê li Herêma Kurdistanê were girtin.”

Endama komîteya mafên mirov li parlamana Herêma Kurdistanê, Zikrî Zêbarî jî ji Dengê Amerîka re got ku wan çaverê dikir ku ev kes werin azad kirin.

“Lê her çawa be jî ev biryar baş e û gelek caran me hewil daye ku rûniştineke taybet li parlamanê li dor van zindanîyên Behdînanê were kirin, lê me nikarîbû vê yekê bikin jiber ku divîya bû biryara bi dengê piranî be,” Zêbarî got.

Kiwêstan Mihemed, Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Herêma Kurdistanê, ji Dengê Amerîka re got ku divê ew biryar ji hêla serokwezîrîya Herêma Kurdistanê were îmza kirin.

"Heta ev biryar têkeve qonaxa bicîkirinê divê ji alîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve jî were îmza kirin û dû re jî jibo îmzekirina dawî wê bigihêje ber destê min,” Mihemed got.

XS
SM
MD
LG