Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

350 Rêxistinên Alîkarîyê jiber Girtina Derîyê Pêşabûr- Sêmalka Bandor Dibin


Derîyê Pêşabûr- Sêmalka
Derîyê Pêşabûr- Sêmalka

Derîyê Pêşabûr- Sêmalka yê di navbera heremên bakur û rohilatê Sûrîyê yên xweser û Herema Kurdistana Îraqê de ji 15'ê Berfanbara 2021ân vir ve girtiye.

Rêvebirîya Xweser, di derbarê encam û bertekên neyinî yên jiber girtina derîyê sînor Pêşabûr- Sêmalka bo medyaya navxwe daxuyanîyeke ragihand.

Di daxuyanîya Ofîsa karê rêxistinên mirovahî ya bakur û rohilatê Sûrîyê de, tê dîyar kirin ku bi tevahî 350 rêxistinên mirovahî yên ku li herêmê kar dikin bi rengekî neyînî bandor bûne.

Ofîsê da zanîn ku di nava wan rexistinan de 50 yên navneteweyî hene.

Hevdem, hate destnîşan kirin ku ev rexistinana bi taybet di warê alîkarîyên mirovahî de bandorên neyînî pêk hatine.

Her wiha Ofîsê got ku karmendên biyanî ku bi berdewamî ji ser derîyê Pêşabûr- Sêmalka derbazê heremê dibûn Sêmalka çûyûn û hatina heremê pêk dianîn, rûbirûyê astengîyan mane.

Ji alîyê din ve, Ofîsa Karûbarê Penaber û Koçberan ya Revebirîya Xweser ji Dengê Amerîka re ser mijarê axifî.

Karbidestên ofîsê da zanîn ku girtina derîyê sînor ya di navbera her du hereman de, ser alîkarîyên mirovahî yên bo 120 hezar koçber û penaberan kiriye .

Berpirsê Ofîsa Karûbarê Penaber û Koçberan ya li bakur û Rojhilatê Sûrîyê Şêxmûs Ehmed ji Dengê Amerîka re wiha axifî:

"Rêjeya herî bilind ya alîkarîyên mirovahî yên wek xwarin , derman û pêdivîyên zivastinê bo kampan ji ser derîyê Pêşxabûr derbaz dibû," Ehmed got.

Di navbera herêmên desthilatdarîya Rêvebirîya Xweser û Tirkîyê de 4 derîyên sînor hene, lê ji 2013'an vir ve girtî ne.

Herwiha, derîyên sînorî Welîd û Sêmalka ku Rêvebirîya Xwese bi herema Kurdistana Îraqê ve girê dide.

Berpirs Ehmed bi berdevamî got ku "ev şerekî ye ku ji ser derîyê sînor bi Rêvebirîya Xweser re tê kirin."

Li gor agahîyên cûda jiber ku girtina derîyê Pêşabûr- Sêmalka li ser alîkarîyên mirovahî bandorên neyînî dike, hewlên karbidestên Amerîkî hene da ku ev derîyê ser sînor jinûve vebe.

Derîyê Pêşabûr- Sêmalka di 15'ê Rêbendana 2021ân de bi biryara Hikûmeta Herema Kurdistana Îraqê hatiye girtin.

Sedema biryara girtinê jî wek êrîşa koma bi navê Ciwanên Şoreşger ya dijî hêzên Asayîşê yên ser sînorê li milê herêma Kurdistanê, hat dîyar kirin.

Hûn dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêr gohdar bikin.

350 rêxistinên alîkarîyê jiber girtina derîyê Sêmalka bandor bûne
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG