Wezîrê derve yê Îraqê Fuad Hisên îro Şemiyê li Bexdadê bi hevtayê xwe yê yê Japonî Toshimitsu Motegi re kom bû.
Kombûnê bal kişand ser kerta abûrî, weberhênanê û bihêzkirina pêwendiyan di navbera herdu welatan de.
Pêşbîn e herdu dîplomatên mezin nerînan parve bikin û pêvajoyên herêmî û giringiya pêkanîna berjewendiyên hevbeş yên herdu welatan binirxînin.
Di serdana xwe de pêşbîn e Motegi li gel serokwezîrê Îraqî Mustafa Al-Kazimî kom bibe.
Wezîrê derve yê Japonî îro Şemiyê di çarçoweya serdaneke fermî de gihîtibû Îraqê.
Jêder: AP