Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Bordûmana Firokên Tirkîyê 3 Gundên Din li Berwarî Bala Hatin Berdan


Devera Berwarî Bala
Devera Berwarî Bala

Jiber bombardûmana firok û topxaneyên Tirkîyê rûniştvanên 3 gundên din li Berwarî Bala neçar man ku warên xwe berdin.

Ev çend hefte ne ku operasyonên artêşa Tirkîyê li deverên sinorî li Berwarî Bala û qeza Zaxo berdewam in.

Di van du rojan de gundên Hidêne, Dêşêş, Serero bi dijwarî hatin bordûman kirin. Li gundê Dêşêş gencekî 22 salî hat birîndar kirin û her sê gund hatin çol kirin.

Ehmed Edinî, xelkê yek ji wan gundên hatine berdan got ku ji encamê hatina leşkerê Tirkîyê di nava axa Herêma Kurdistanê de, bi taybetî li devera Berwarîya Jorîn şer û bihevçûn di navbera artêşa Tirkîyê û çekdarên PKK’ê peydabû.

Di rojên dawîyê de gule, top, hawan û mûşek bi nav gundan ketin û her sê gundên Edin û Dêşêş û Serero hatin çol kirin.

Li ser bêdengî û bê helwêstiya her du hikûmetên Îraqê û ya Herêma Kurdistanê, rojnamevan Silêman Alîxan ji Dengê Amerîka re got ku niha tiştê ku Tirkîye li Herêma Kurdistanê û li deverên sînorî dike cîhê razîbûna hikûmeta Îraqê ye û ew yek jiber lawazîya hikûmeta Herêma Kurdistanê çêdibe.

“Ji alîyekî din ve cîhê razîbûna hikûmeta Kurdistanê ye fişarê bêxe ser Partîya Karkerên Kurdistanê ku deverê çol bike jiber ku gelê wê derê dibe qurbanî.”

Rênas Cano, mamostayê Zanîngeha Duhokê yê warê zanistên sîyasî dibêje ku destêwerdanên derekî yên li ser axa Îraqê girêdayî sîyaseta axa Îraqê ye.

“Ev ne cara yekê ye ku Tirkîye operasyonan li Herêma Kurdistanê dike û ew jî lawazî û bêhêzîya dewleta Îraqê nîşan dide.”

Di dema amadekirina vê raportê de jêderên ji Berwarî Bala bi telefonê ji Dengê Amerîka re ragihahd ku leşkerên Tirk ketine nav gundê Hirorê.

SB_05_28_2021_Berwarî_Bala
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:32 0:00

XS
SM
MD
LG