Înstîtûya Jacson ya Pirsên Navnetewî ya girêdayî Zanîngeha Yale bi hevkarî ligel Rêxistina Dadwerî Jibo Kurdan (Justice for Kurds) ku rêxistineke civaka sivîle, konferanseke onlayn rêxistîye ku zincîreke semîneran dê bên pêşkeşkirin derbarê "Kurd li Rojhilata Navîn"
Roja Sêşemê danê nîvro li gor dema Washington, semînera yekê û vekirina konferansê hat destpêkirin.
Vekirina Panelê ji aliyê Edward “Ted” Wittenstein Cîgirê Rêveberê Bernaman li Înstîtûya Jackson Institute Bo Pirsên Cîhanê û mamosteyê zanîngeha Yale hat destpêkirin û bixêr hatina mêhvanan kir û rojevên rêze semîneran ragihandin.
Panela roja Sêşemê 13ê Nîsanê ji aliyê Emma Sky ve hat pêşkeş kirin, Emma Nêçîrvan Barzanî pêşkeş kir ku peyva wî ya sereke bû di panelê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyva xwe de sopasiyên xwe pêşkeşî Amerîka û welatên rojavayî kir yên ku ji destpêka salên 1990an heta şerê niha yê li dij DAIŞê piştevaniya Kurdan kirî.Barzanî got dema hezaran jin û zaro di meşa sala 1991ê derbider bibûn, Amerîka û hikûmetên rojavayî li hewara Kurdan hatin û piştevanî dane wan, ev piştevanî hatin dom kirin heta ku şerê DAIŞê dema Amerîka û hevpeymaniya navnetewî kurd piştevanî kirîn.
Barzanî got "Em hewil didin herêma Kurdistana Îraqê bibe giraveke aştî, tenahî û hevre jiyanê".
Barzanî got, di dema şerê DAIŞê da heta niha herêma Kurdistanê rastî gelek derdeseriyan hat, di nav de hejmara rûniştvanên Herêmê 30% zêdebûye, jiber ku 2 milyon pebaer û koçebr yên navxweyê Îraqê û ji Rojava û herêmên din hatin xwecih bûne, hêvî xwestin ku di vî warî de Amerîka û hevpeyman zêdetir piştevaniyê bikin.
"Em hewil didin herêma Kurdistana Îraqê bibe giraveke aştî, tenahî û hevre jiyanê".Nêçîrvan Barzanî
Barzanî got ew hêvîdarin ku rêveberiya nû ya Joe Biden pitir alîkar be, û kêfxweşiya xwe anî ziman ku diyaloga stratejî ya Amerîka û Îraqê baş dom dike û daxwaza serkeftinê kir k u herêma Kurdistanê jî beşeke ji wê diyaloga stratejî.
Piştî peyva Barzanî, 2 panelîst beşdarî semînerê bûn, pêşî Thomas Kaplan Serokê Rêxistina Dadwerî Jibo Kurdan axftinek kir û behsa wê yekê kir kanê çawan Kurd nas kirin û kengî çav bi serokê berê yê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî keft.
Kaplan behsa gehşta xwe ya pêşî ya Kurdistana Îraqê kir, bi taybet di sala 1972ê de û dema serhildana Kurdan li dij rejîma Îraq di nîva salaên 1970an de destpêkir û ku Barzanî li herêmê dît bû wî çaxî dema ku Şahê Îranê xiyanet li Kurdan kirî, weke Thomas Kaplan dibêje.
Kaplan got "Ne tenê ji aliyê berjewendiyên hevbeş Kurd û Amerîka nêzîkî hevin, belkî nirxên wan jî jihev nêzîkîn". Kaplan dîsan pesina Kurda da û got "Kurd milletekê Mezin û Jêhatîne."
Thomas Kaplan gotku ew derbarê Kurdan bi wezîrê berê yê Amerîka Mike Pompeo re jî rûnişt û behsa Kurdan û wêrekiya wan kir di şerê li dij DAIŞê û ewqas qurbanî di wî şerî da dane û hevlabendên nêzîk û bi bawer yên Amerîka li herêmê ji derveyî Îsraîlê her tenê Kurd hevlabendên rast in. Wî got eger hûn ji min bipirsin baştrîn heval û hevlabend kîne, ezê bêjim Kurd in.
"Kurd milletekê Mezin û Jêhatîne."Thomas Kaplan
Thomas Kaplan behsa rojanên xwe yên li Kurdistsana Îraqê kir dema ku sala 2017ê referanduma Serxwebûna Herêma Kurdistanê li payiza sala 2017ê destpêkir û herwiha dema ku Efrîn ji aliyê Tikriyê û grûpên çekdar ve hatî girtin.
Thomas Kaplan got wî çaxî Kurd ketbûn di tengaviyê de, li gel Bernard wan hizra parêzvaniya Kurdan kir û çawan dê şên piştevaniya cîhana Rojava bo Kurdan bidest bixin, karê destpêkê wan Rêxistina Dadwerî Jibo Kurdan da avakirin û belge fîlmek li ser Pêşmerge çêkir, ku çîroka wêrekiya Kurdan di şerê li dij DAIŞê de li Mûsil nîşan dide.
Di encama pirsan de Thomas Kaplan got ku dema hatiye, rojhilata navîn tê guhertin û Kurd beşekin ji çareseriyê, divê berê Amerîka û welatên Rojavayî li Kurdan be.
Bernard-Henri Lévy Nivîskar û Serokê Rêxistina Dadwerî Jibo Kurdan li ser rewşa Kurdan û pênasa kurdan axivî û got ku berî 30 salan dema ku ew niviskar bû li ser Kurdan dinivîsî bo cara yekê Kurdistana Îraqê û Barzanî dîtin, wî got ku dema min Kurd nas kirin min çi dît?
"Divê cihekî biçûk jibo Kurdan bihê dîtin."Bernard-Herni Levy
Bernard, di bersivdana pirsa xwe, pesina Kurdan da û wî got, min mirovên hêja dîtin, Kurd klîla tenahî û yeksaniyê ne li herêmê, yeksaniya jin û mêran li cem wan heye, ew muslimanên jêhatîne, gelek cûrên muslimana hene, muslimanên radîkal, yên terosrîst, yên nermrê, Kurd muslimanên jêhatî, sekoler û nerimrê ne, ew hevalên jêgirtî yên Amerîka û cîhana Rojava ne. Dîsan got "Divê cihekî biçûk jibo Kurdan bihê dîtin."
Bernard got ku armanca wan ewe piran di navbera şaristaniyan de ava bikin, Kurd jî baştirîn pir in jibo gihandina hev ya şaristaniyan.
Bernard dîsan got, di şerên dawiyê de yên şervanên kurd YPG ew çûbû Rojava (Bakur Û Rojhilatê Sûriy) wî pesina keç û xostên kurd yên şervan da li dij DAIŞê, wî da zanîn ku di herêmeke aloz û nakokbar ya Ceoplotîk de wan şervanên çavnetirs û aza dîtin ku karên baş dikin, di nava wan de ji hemû etnîk û pêkhateyan kes hene û bi hevre jiyan li wê derê heye, divê weltên rojava wê biparêzin û piştevanî bikin.
Li dawiya Panelê panelîstan bersiva pirsên temaşevanan da û piştî nêzî demjimêrekê panel bidawî hat, herwiha hat ragihandin ku di 4 Sêşemiyan li dû hev de rêze semînarên weha dê werin pêşkeş kirin û kesên pispor yên Kurd û Rojavayî dê li ser pirsa Kurdan rawestin.