Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiyên Îraqî Vaksîna AstraZeneca Werdigirin


Li bajarê Bexda paytexta Îraqê, li dawiya hefteyê welatî derziya yekê ya vaksîna AstraZeneca werdigirin, roja Yekşemê hezarana welatî gehiştine bingeha saxlemiyê ya Basmaya li başûrê Bexda û çaverêyî wergirtina vaksînê ne.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Îraqê, roja Şemiyê zêdetirî 3400 kesan derziya yekê ya Vaksîna AstraZeneca wergirtîye. Kesên ku pêşî vaksînê distînin, kesên pîr û kal û nexweştin, herwiha kesên ku bi wan re dijîn.

Îraqê roja Pêncşemê yekem barê vaksîna AstraZeneca wergirtîye ku bi destpêşxerîya COVAX gehiştîye wî welatî.

COVAX bernameke hatiye damezrandin jibo alîkariya welatên hejar û dahatê wan kêm, da ku vaksîna li dij COVID-19 bigehînin wan.

Wezareta Tendirustiyê gotiye barê yekê ku 336 hezar derziyên vaksînê gehiştine firîngeha Bexda ya nêvdewletî, û tê çaverê kirin ku barên din yên vaksînê di roj û hefteyên dahatî bigehin Îraqê.

Wezareta Saxlemiya Îraqê doh Şemiyê gotbû, heta niha li Îraqê 827157 haletên tûşbûna vîrusa korona hatine tomar kirin û 14177 kes jî bi COVID-19 mirine.

XS
SM
MD
LG