Kompanîya AstraZeneca îro Pêncşemê ragihand ku vaksîna wê ya dijî COVID-19 parastineke bi bandor peyda dike.
AstraZeneca da zanîn ku piştî lêkolînên nû eşkere bûye ku vaksîna wê % 76 parastinê li dijî nexweşîya COVID-19 peyda dike.
Kompanî berê ragihandibû ku vaksîna wê dijî COVID-19 bi rêjeya % 79 bi bandore, lê îdiayên wê bûbû armanca rexneyên zanistî bi sedema ku hin guhertin di encamên eşkerekirî de hatine kirin.
Hin dewletên cîhanê karanîna vaksîna AstraZeneca sekinadibû, bi sedema ku ew hîn pirskirekên saxlemîyê di xwîna nexweşan de çêdike.
Hêjayî balkişandinê ye ku erêkirina vakdîna AstraZeneca jibo gelek welatên xizan girîng e jiber ku buhayê wê dermanê erzan e û parastina wê jî hêsantir e.