Di salvegera10 salan de ya şerê navxwe yê Sûriyê, Yekîtîya Ewrupa û Amerîka helwest nîşan dan, û banga bidawî kirina şerê wêrankar li aliyên nakokbar kir.
Welatên mezin yên weke Amerîka, Brîtanya, Almanya, Fransa û Îtalya li bîranîna derbazbûna 10 salan ya şerê li Sûriyê bi îmzeya wezîrên derve daxuyaniyek hevbeş weşand û daxwaz ji aliyên hevrik û nakokbar kir ku wî şerê wêrankar rawestînin û li gor biryara Netewên Yekbûyî ya hejmar 2254 pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin.
Daxuyanî dibêje, ku divê hemû pêkhateyên Sûrî beşdariyê di biryar û çarenivîsa wî welatî de bikin û dan zanîn ku hilbijartinên Sûriyê yên çaverê kirî dê ne dadwer û bawerpêkirî bin eger ku Beşar Asad li ser desthilatê bimîne û rê nede hemû hêz û pêkhateyên Sûrî bi şêweke dadwerane beşdar bibin.
Herwiha siyasetvanê Yekîtiya Ewrûpa yê berpirs ji siyaseta Derve ya YE Josep Borrell di parlemena Yekîtiya Ewrûpa de li bîranîna 10 salên şerê Sûriyê axiftinek kir û got, çendî Beşar Asad li ser desthilatê be ewê alîkariya avedankirinê nedin Sûriyê.
Herwiha weke van roja berî 3 salan yekîneyên leşkerê Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûrî dest bi êrîşên ser bajar û herêma Efrînê kirbûn, ku wî demî li jêr kontroka hêzên Kurdî de bû û weke Kantûna Afrîn ya rêveberiya Kurdan dihat nas kirin.
Bo danûsatndinên derbarê vê mijarê bernama Tîrêj bi çendîn mêhvan re axift û mijara derbazbûna 10 salên şerê wêrankar yê Sûriyê û 3 sal ji giritna Efrînê gotûbêj encam dan.
Pêşî mêhvan bernamê Enwer Mislim, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk "PYP" ji Kobanê beşdarî bernamê bû axivî û got "Ne rejîm, ne jî opzosyon piştî 10 salan ji wêrankariyê li xwe nevegeriyan."
Tecrûbeya Demokratîk ya herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê di destpêka ciwaniya xwe dayeEnwer Mislim
Mislim da zanîn ku rewşa li Herêma bakurê Rojhilatê Sûriyê ji herêmên din cûda ye û taybetmendiyek xwe heye, li herêmê hemû pêkhateyên Sûrî hene, bi hevre dijîn û 10 hezaran girtiyên DAIŞê hene, lê demokratî heye Mislim got "Tecrûbeya Demokratîk ya herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê di destpêka ciwaniya xwe daye."
Enwer Mislim di beşekî axiftina xwe de li ser hewlesa bêdengiyê ya hêzên navnetewî axifî û derabrê ewqas binpêkirin û bêmafiyên li Efrînê çî dibin, lê dîsan civaka navnetewî bê helwest maye.
Herwiha mêhvanê bernama Tîrêj Ciwan Yusif, Endamê Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan li Cenevre li ser pirsa mafên mirov û duberiyên civakî li Sûriyê axivî û bal kişand ser rolê hêzên dereke di şerê Sûriyê de.
Berêz Ciwan got ku "Îran piştevaniya Elewiyan dike, Tirkiye jî piştevaniya Sinyan dike, tenê Kurd di ber piyan de çûn."
Îran piştevaniya Elewiyan dike, Tirkiye jî piştevaniya Sinyan dike, tenê Kurd di ber piyan de çûn.Ciwan Yusiv
Ciwan dîsan got ku pirsên mezhebî dikarin li Sûriyê bihên çareser kirin jiber ku di dema şerê Lubnanê de jî pirsa mezhebî hebû.
Berêz Hozan Efrînî Serokê Encûmena Penaberên Kurdên Sûrî li Silêmaniyê û Helbce li Herêma Kuridstana Îraqê ku beşdarî di bernamê de kir, da zan ku heta Netewên Yekbûyî jî durûtiyê li hember penaberên Kurd dike û rê nade wan hemû rêxistinên mafên mirov û alîkairê ku piştevaniya penaberên Kurd bikin yên ku ji Efrîn, Serêkaniyê û cihên din ji egera şer reviyane Herêma Kurdistanê.
Efrînî bal kişand ser rolê welatên Erebî û Komkara Erebî û got, "Serokên Ereban bo çareseriya pirsa Sûriyê nikarin tiştekî bikin, Ewrûpa jî weke zilamê nexweşe dê çi rolên wê yên aktîv çê nebin."
Efrînî herwiha got, "bê Amerîka û Rûsiya kesek nikare li Sûriyê tiştekî bike".
Bê Amerîka û Rûsiya kesek nikare li Sûriyê tiştekî bikeHozan Efrînî
Di bernamê de nûçegihana Dengê Amerîka li Efrînê Nerwoz reş jî, beşdarî bernamê bû. Reşo bal kişand ser rewşa niha ya koçber û derbiderên Efrînê li herêma Şehba û nêrîn û dîtinên xelkê koçber piştî 3 salan ji derxistina wan ya war û malên wan li Efrînê behis kirin.
Reşo herwiha behsa wan binpêkirinan kir yên ku ev 3 salin Tirkiye û grûpên çekdar yên radîkal bi serê gelê Efrînê tînin, ji kuştin, revandin, êşkencedan û girtinê.
Herwiha behsa raportên saziyên navnetewî kir yên ku derbarê binpêkirin û zordariya li ser Efrîniyan heyî tên weşandin û guherîna demografî ya li Efrînê tê şêkirin anî ziman û got ku rêxistinên navnetewî û yên ji herêmê didin zanîn zêdetirî 400,000 kes yên derveyî Efrînê anîne ser cihên Kurdan û li wêderê xwecih kirine.