Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Tirk Dijî HDP'ê Doza Girtinê Vekir


Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Komarî Bekîr Şahîn, jibo ku Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) were girtin di Dadgeha Qanûna Bingehîn de doz vekir.

Şahîn, doznameya ku di derheqê HDP’ê de amade kir ji dadgeha bilind re şand.

Dozname ji 609 rûpelan pêk hatiye û tê de îdia kirin ku “HDP bi daxuyanî û karûbarên xwe dixwaze ku dewlet û netewa Tirk dabeş bike û ji holê rake.”

Serdozgerê Dadgeha Bilind ya Komarî, Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan, Mîthat Sanca, yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê de, derheqa 600 endamên HDP’ê de ji sîyasetê werin qedexe kierin.

Li ser van qewimandinan Desteya Rêvebir ya Navendî (MYK) ya HDP îro civîya.

Berî civîne ji alîyê Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mithat Sancar ve daxuyanîyeke nivîskî hate dayîn.

“Di roja daxistina parlamanterê me yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu de derheqê partîya me doza girtinê hate vekirin. AKP jibo berjewendîyên xwe sîstema dadwerîyê jibo dizaynkirina sîyasetê wek şivekê bi kar tîne. Ev doz derbeyeke li demokrasî û hiqûqa vî welatî daye. Desthilatîya AKP’ê navê xwe wek rêvebirîyeke darbeker di dîrokê de nivîsî. AKP’ê bî vê pêngavê xelatek da MHP’ê. Bila herkes baş bizanibe ku emê bi ser kevin.”

Piştî dawîkirina parlamanterîya Gergerlioglu û vekirin dozê ya ser HDP’ê, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî Partîya DEVA’yê Alî Babacan telefonaHevserokê HDP’ê Mîthat Sancar kirin û piştgirî dan.

Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu jî li ser medya civakî peyamek weşand û doza girtinê ya HDP’ê şermezar kir.

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan Latîf Epozdemîr jî ji Dengê Amerîka re got ku ev doz binpêkirina demokrasî ye.

“Girtina partîyan ne çareserî ye. Heta niha ewqas partî hatin girtin ti pirsgirêkên Tirkîyê çareser nebûn. Ev doza girtinê ku dijî HDP’ ê hate vekirin wê pirsgirêkan zêdetir bike. Heke HDP’ê were girtin, wê zarara herî mezin li ser AKP’ê bide.”

ED_18_03_2021_Doza_Girtina_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:43 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG