Di sala 2020an de Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Suphî Ozgen bi daxwaznamekê ji bo zimanê Kurdî serî li Meclîsa Tirkiyê dabû.
Ozgen ji meclîsê daxwaz kiribû ku ji bo çî di parlamentoyê de zimanê Kurdî wek zimanekî nedîyar an go bi tîpa (X) tê nivîsandin.
Li ser daxwaznameya Ozgen salek borî lê meclîsê bersîv neda. Ozgen jî ji ber wê sedemê hat Enqerê û daxwaznemeke din da meclîsê. Di cara duyan de jî Ozgen ji meclîsê bersiva daxwaznameyê xwest.
Li ser van serîlêdanan Ozgen ji bo Dengê Amerîka axivî û ragihand ku heta ku ew bersîvê nestîne, ewê berdewam serî li Meclîsê bidin û weha ot "Parlementoya Tirkiyê di vê demê de hêjî zimanê Kurdî wek zimanekî nedîyar binav dike. Me jî wek Komeleya Hereketa Jimanê Kurdî bi daxwaznameyekê serî li parlementoyê dabû. Lê heta niha jî bersîvek nedane me. Îcar jî min car din serî lê da û ji wan xwast ku ji bo çi bersîv nadin."
Serokê HezKurd'ê Ozgen di daxwaznameya xwe ya dawî de, çend pirsan arasteyî meclîsê dike û bersivên wan pirsan dixwaze. Ozgen behsa pirs û daxwazên xwe dike "Min çend pirs ji mesclîsê kir û min got, gelo kesên ku ji we re wergera Kurdî bike heye an na? Me bi resmî serî li we da, we çima bersîva me neda? Heke gava yek serî li we bide hûn bersîv didin an na? Heke didin ji bo çi bersîva me nadin?"
Ozgan vê bersîvnedana Meclîsa Tirkiyê wek înkarkirina zimanê Kurdan pênase dike. Ozgen ev jî wek bê hiqûqîyeke pir mezin binav dike "Di hêlekê de behsa mafên mirovan tê kirin, lê di hêla din de jî mafên Kurdan tên binpêkirin. Ez li vir car din bangî rayedaran dikim, werin vê bê hiqûqîyê li ser Kurdan rakin. Heke hûn di warê pirsa Kurdî de gav bavêjin dê hiqûqa Tirkiyê jî serkeftî be."