Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîya Moderna Mizginîya Vaksîna COVID-19 Dide


Dîmeneke ji xebatên vaksîna COVID-19 ya kompanîya Moderna (Arşîv)
Dîmeneke ji xebatên vaksîna COVID-19 ya kompanîya Moderna (Arşîv)

Kompanîya Moderna Inc îro Duşemê dîyar kir ku li gor pêzanînên testên klînîkî yên herî dawî, vaksîna ceribandina wê ya vîrusa korona jibo pêşîgirtina COVID-19, % 94.5 bi bandor e.

Moderna, bû kompanîya Amerîkî ya dudya di nava hefteyekê de encamên êrenî ya xebatên perpûna vîrusa korona radigihîne.

"Emê xwedîyê vaksîneke bin ku dikare COVID-19 rawestîne," Serokê Moderna Stephen Hoge di hevpeyvînek ser telefonê de got.

Pêzanînên encamên navdemî ya Moderna ser bingeha 95 pêketinên di nav beşdarvanên testên ceribandinê yên ku dermana placebo an vaksîn ser wan hatîye bikar anîn, derketîye holê.

Di nava kesên ku her 28 rojan carek 2 caran û du qurt vaksîn wergirtinin tenê pênc kes bi vîrusa korona ketin in.

Avantajek girîng ya perpûna Moderna ev e ku ne pêwîstîya depoya pir sar ya mîna ya vaksîna Pfizerê tuneye, ku ev belavkirina wê hêsantir dike.

Moderna hêvî dike ku vaksîn di germahîya sarincokê ya standard de 2 heya 8 °C (36 heya 48 ° F) 30 rojan de bikare were parastin û herwiha dikare heya 6 mehan di -20 °C de were hilanîn.

Vaksîna Pfizerê divê di -70 °C de were parastin û belav kirin. Hevdem, ev vaksîna di germahîya sarincokê ya standard de dikare heya pênc rojan were hilanîn û parastin.

Moderna, beşek ji bernameya Operasyona Warp ya Hikûmeta Amerîka ye, pêşbînî dike ku îsal jibo Amerîka dora 20 mîlyon qurtên perpûnê hilberîne, ku jixwe heya niha bi mîlyonan çêkirîye, û amade ye ku heke Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) destûrê bide, belav bike.

Hikûmeta Amerîka, sala bê dikare tenê ji 2 çêkerên vaksînê zêdetirî 1 mîlyar qurtên derzîyê dabîn bike ku ev pirtirî hejmara ku ji 330 mîlyon welatîyên Amerîkî re pewîste ye.

XS
SM
MD
LG