Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Beyrutê Hejmera Kuştîyan Pirtir Dibe, Hewlên Rizgarkirinê jî Didomin


Peqîna li Beyrut ya paytexta Lubnanê
Peqîna li Beyrut ya paytexta Lubnanê

Piştî peqînên li Beyrut ya paytexta Lubnanê tîmên rizgarkirinê îro Çarşemê di nav avahîyên hilweşandî de li kesên zindî digerin.

Li gor ragihandinên herî dawî, di encama peqînên li Beyrutê de herî kêm 100 kes hatine kuştin û pirtir ji 4 hezar kesên din jî birîndar bûne.

Karbidestan ragihand ku piştî peqîna roja Sêşemê di firoşgehên yên li bendergehê ku peqîn lê qewimîye, madeyên peqînkar hebûne û tê texmjîn kirin ku hejmara kuştî û birîndaran wê bilind bibe.

Peqîna dawî bû sedem ku li esman ewreke mezin mîna kuvarkê çêbibe û jiber peqînê camên li girava Qibrisê ya li Derya Sipî, ku bi 160 kîlometreyî dûrî herêmê ye, hejîyan.

Serokomarê Lubnanê Michel Aoun da zanîn ku peqîn jiber 2750 ton amonyumnîtrat, ku şeş sal in bê tedbîr li herêma benderan e, çêbûye.

“Hikûmet bi biryar e ku di demeke kurt de lêpirsîn bike da ku şewaza pêkhatina bûyerê zelal bike, berpirsan eşkere bike, hesabê li wan bipirse û cezayên herî giran bide wan," Aoun got.

Bajarvanê Beyrutê Cemal Itanî j got ku ew peqîn jibo Beyrut û Lubnanê felaketek e û bi texmîna wî bi mîlyar dolaran e.

Berpirsê Xaça Sor ya Lubnanê Georges Kettaneh dîyar kir ku herî kêm 100 kes hatine kuştin û hewilên rizgarkirine didomin.

“Xaça Sor bi Wezareta Saxlemîyê re di nava hevkarîyê de ye ku morgan damezrîne jiber ku li nexweşxanê cîh nemane,” Kettanî got.

Dîmenên televîzyona MTV ya Lubnanî nîşan dide li malbat li bendergeha Beyrutê kom bûne û di derbarê xizmên xwe yên hinda de li agahdarîyan dinêrin.

Hêza bilind ya peqînê mirovan avêtîye nav deryayê ku tîmên rizgarkirinê hewil didin ku termên wan derxînin.

Piranîya wan kesên ku hatine kuştin karmendên bendergeh û gumrukê bûn û herwiha kesên ku li heremê dixebitîn û di seatên mijûl ya êvara de bi trombîlên xwe ji cîhê peqînê derbaz dibûn.

XS
SM
MD
LG