Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saît Dedê: Tevî Qedexeyan Meşa HDPê dê Destpê Bike


Walîtîyên Colemêrg (Hekarî) û Wanê berîya meşa Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku wan hemû xwepêşandan qedexe kirine.

Herwiha herdu walîtîyan bi hinceta tedbîrên hember belavbûna vîrusa korona ligel xwepêşandanên nava bajêr, ketin û derketina derveyî bajêr jî qedexe kirine.

Ligor plansazîya HDPê di 15’ê Hizîranê de wek du baskan ji bajarên Colemêrg û Edîrneyê heya paytext Enqerê meş dê were lidar xistin.

Parlamanterê HDPê yê Colemêrgê Saît Dedê got ku ew qedexeya walîtîyan ya dijî mafên panûnî qebûl nakin û ew dê meşa xwe pêk bînin.

“Ev meşek demokratîk e û herwiha ev mafê me yê qanûnî ye. Walî, her tim dixwazin me bifetisînin. Lê em vê yekê rast nabînin û em ê sibê di saet 10.00’an de meşa xwe pêk bînin.”

Parlamanter Dede dibêje ku wan bîryara meşê li gor daxaza gel û endamên partîya xwe wergirtinê û ew dê di meşê de hember belavbûna vîrusa korona jî tedbîran bigirin.

“Ev demeke desthilatdarî ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hember vîna gel darbeyan pêk tîne û sîyaseta Tirkîyê xetimandî ye. Em bi vê meşê armanç dikin ku rêya demokrasîyê vekin.”

Ligor plansazîya HDP’ê, baskê meşê yê Colemêrgê di 15’ê Hizîranê de wê dest bi meşê bike û pîştî qonaxên Wan, Amed û Edenê, di 20’ê Hizîranê de wê bigihije paytext Enqerê. Baskê alîyê rojavayê Tirkîye jî wê ji Edîrneyê destpê bike û piştî gihiştina Stanbolê, di 20’ê Hizîranê de wê meşê li Enqereyê bidawî bike.

Hêjayî bi bîrxistinêye ku ji alîyê hikumeta Tirkîyê ve heya niha 27 parlementerên HDP’ê ji parlementerîyê hatine avêtin. Piştî hilbijartinên xwecihî yên herî dawî hatine lidarxistin, heya niha ji 45 şaredarîyên HDP’ê re qayûm hatine dîyar kirin.

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00


XS
SM
MD
LG