Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Xwepêşandan Û Protestoyên Bajarê Duhokê


Duhok Xwepêşandan
Duhok Xwepêşandan

Roja Şemiya borî 16ê Gulanê li navenda bajarê Duhokê hejmareka mamosta û karmendên nerazî dema dixwestin li parka Azadî û hin ciyên din yên bajêrî xwepêşandeka nerazîbûnê encam bidin û daxwaza mûçe û mafên xwe bikin, ji aliyê polîs û hêzên ewlehiyê ve hatbûn asteng kirin û zêdetirî 60 kesan hatbûn binçavkirin û girtin.

Çavkaniyên ewlehî û îdarî yên bajarê Duhok didin zanîn ku sedema rêgirtina li hember xwepêşandanan mamostatyên nerazî vedigere bo pirsa yasayî û nebûna destûrnameya xwepêşandanê, herwiha biryara hikûmeta herêmê û wezareta saxlemiyê ya qedexeya kombûnên girseyî jiber vîrusa korona.

Çalakvan û beşdarên xwepêşandanê dibêjin, pir caran wan daxwaza destûrdayîna xwepêşananên aştiyane ji rêveberî û berpirsên parêzgeha Duhokê û saziyên ewlehî û polîsan kirîye lê dîsan destûrî nedaye xwepêşandan bihên kirin.

Liwa Tariq Ahmed Berpirsê polîsên Duhokê
Liwa Tariq Ahmed Berpirsê polîsên Duhokê


Jibo danûstandina li ser encam û derencamên xwepêşandanên bajarê Duhok, Dengê Amerîka di bernama Hest û Helwest da, mêhvandariya berêz Lîwa Tariq Ahmed kir, rêveberê giştî yê polîsên parêzgeha Duhok û berêz Segvan Ertîsî mamostayê xwandingehê û kesê beşdar di xwepêşandan de û hatbû destser kriin, herwiha Rêveberê giştî yê perwerda Duhokê berêz Omer Alî Taha kir.

Pêşî berêz Lîwa Tarq Ahmed berpirsê polîsên Duhokê got, xwepêşanderan destûrnama xwepêşandanê nebû, aliyê berpirs, ji dana destûtiya kombûn û xwepêşandanan yekeyên parêzgeha Duhokê ne, polîs jî, tenê erka parastin û ewlehiya xelk û bajêr dibînin.

Lîwa Tariq da zanîn ku derbarê peydabûna tûndûtûjiyê di xwepêşandanan da, yên berpirs xwepêşanderin, jiber ku ew destpêşxer bûn "pêşî wan du polîsên me birîndar kirin û niha jî di nexwexanê dane." Berêz Tariq Ahmed herwiha dibêje, "nêzî 60 kes hatine ragirtin, nek girtin, belkî ragirtin" û praniya wan hatine azad kirin, tenê çend kesek mane ew jî li ser pirsên din û li gor daxwaza dadwerê giştî yê dadgeha Duhokê girtî mane.

Segvan Ertîsî
Segvan Ertîsî


Mamosta Segvan Ertîsî ku yek ji mamostayên nerazî û yê beşdar di xwepêşandanê da di bernama Hest û Helwest da got, "belê ez beşdarî xwepêşandanê bûm", ev çalakî ji aliyê hin mamosta û fermanberan ve hatbû rêkxistin, lê piranî mamosta bûn bi armanca ku dengê xwe bigehînin aliyên peywendîdar "herçende me çi cihên peywendîdar nînin" jiber ku ne maqule di mawê salekê da 6 meh derbas bibin û em ber bi meha 6 ve diçin û hêjî mamostayan mûçeyê meha yek bi temamî wernegirtîye.

Berêz Segvan dide zanîn ku sedema xwepêşandana mamostayan xizanî û bê derametiya mamostane û piraniya wan kirêdar in û pere nînin kiriyên xwe bidin.

Derbarê pirsa çima ji hemû karmendên hikûmetê mamosta xwepêşandan encam da, mamosta Ertîsî dibêje, jiber ku kesayetiya mamostayan ya bihêze û divê mamosta di her warî da pêşeng be û em dikarin navê masmota weke pêşeng binav bikîn.

Ertîsî îdayên ku xwepêşanderan şîdet bikar anîye red dike û dibêje, nexêr neraste, hêzên ewlehiyê nehişt em çalakiya xwe ya aştiyane pêk bînin û got, raste hin hêzên ewlehiyê û polîsên hêja hebûn bi şêwekê baş serederî di gel me da kir, lê hin kes hebûn gelek di xerab bûn, me ji wan re got, bes bihêlin em biçîn parka Azadî "mixabin divê ku em navê parka azadî biguherînin bikîn parka rêgirtinê, jber ku li wê parkê bes rêgirî yehe", weke Ertîsî dibêje.

Omer Alî Taha, Rêveberê Giştî yê Perwerda Duhokê
Omer Alî Taha, Rêveberê Giştî yê Perwerda Duhokê


Herwiha mêhvanê bernamê berêz Omer Alî Taha, rêveberê giştî yê perwerda Duhok, derbarê xwepêşandan mamostayan li Duhokê axivî û got, bi dîtina min, di qunaxek weke ya niha da ku cîhan hemî tê da derbaz dibe, herêma Kurdistanê jî û Duhok jî, ji roja 6î meha 2 heta niha, kar kirina li saziyên hikûmetê û perwerdê jiber belvbûna vîrusa korona hatine rawestandin, û kombûn û civînên girseyî her qedexene nabe bihên kirin, jiber ku metirsî li ser jiyana xelkî heye û rewş asayî nebûye, û madem destûrî nebûye ji aliyê saziyên ewlehî û saxlemiyê ve, diviyabû kombûn û civîna girseyî nehatbaye kirin, weke din em li gel mafê mamostane û mûçe mafekê wan yê bingehîne, berêz Omer Alî got.

Herî dawî derbarê kesên hatine girtin û binçav kirin, me ji rêxistina mafên mirovan li Kurdistanê pirsî, berpirsê wê berêz Hamdî Berwarî da zanîn ku hêşta 9 kes ji xwepêşanderan digirtîne û nehatine azad kirin. Û 7 kes yên ku girtîne, bi tawanek din hatine tawanbar kirin.

Hest Û Helwest 19 05 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:36 0:00


XS
SM
MD
LG