Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Navbera Redkirin Û Qebûlkirinê de Kabîneya Hikûmeta Kazimî


Roja Şemiyê peyvdarê Parlemena Îraqê ragihand bû, ku di vê hefteyê da parlemena Îraqê dê di rûniştineke awarte da dengdanê li ser kabîna hikûmeta Mustefa Al Kazimî encam bide.

Kazimî bo avakrina hikûmetek nû ya Îraqê hatiye raspardin û lîsta navên wezîr û kabîneya xwe pêşkeşî parlemenê kirîye.

Dihat çaverê kirin ku dengdan li ser kabîna nû ya hikûmeta Îrqê, li êvariya roja Duşemê yan jî roja Sêşemê li paytext Bexda pêk bihê, ku di rewşeke awarte da serokê parlemena Îraqê Mihemed Helbûsî amadekariyên taybet yên weke geştên firokan yên taybet rêkxistine bo gihandina endam parlemenan ji parêzgehên wan bo Bexda, daku jibo dengdanê amade bibin û dengdana li ser kabîna Al Kazimî derbaz derbaz bikin.

Herêm Kemal Axa
Herêm Kemal Axa


Lê êvariya roja Duşemê, parlemena Îraqê daxûyaniyek weşand û da zanîn ku "serokê parlemena Îraqê Mihemed Helbûsî û Mustefa Al Kazimî di rûniştinekê da lihev hatin ku êvariya roja Çarşemê ya vê hefteyê parlemen dengî li ser kabîna hikûmeta nû bide."

Bo danûstandina li ser vê mijarê bernama "Hest û Helwest"mêhvandariya berêz Herêm Kemal Axa, Endamê Parlemena Îraqê ji fraksyona Yekîtî Niştîmanî Kurdisan YNKê, û berêz Majid Şengalî, Endamê berê yê parlemena Îraqê ji fraksyona Partî Demokratî Kurdistan PDKê kir.

Berêz Herêm Kemal Axa got, niha piraniya endamên parlemenê hatine Bexda û jibo dengdana li ser kabîna Mustefa Al Kazimî amade bûne, Herêm Kemal herwiha got, lihevhatinek di nava piraniya hêz û aliyên Îraqî da heye ku dengdana li ser kabîna hikûmeta nû bihê bi encam bibe û Mustefa Al Kazimî weke serokê hikûmeta nû bihê ragihandin.

Majid Şengalî
Majid Şengalî


Herwiha berêz Majid Şengalî di bernamê da bal kişand ser aloziyên di nava hêzê û aliyên siaysî yên Îraqê da li ser ava kirina hikûmetek nû.

Şengalî herwiha pêzanîn li ser şiyan û endamên parlemenê ji hêz û aliyên siyasî yên Îraqê dan û rewşa alozî û pirsgirêkên di nava wan hêzan da şirove kir.

Hest û Helwest 05 05 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:16 0:00

XS
SM
MD
LG