Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand bi roketan dijî bingeha leşkerî ya Amerîkî ya li Tacî ya li bakurê Bexda êrîş li dar ketine û bi kêmî ve du karmendên Amerîkî û yek Brîtanî hatine kuştin.
Reutersê ji zarê karbidestên Amerîkî yên navên wan nehat eşkerekirin dîyar kir ku bi 15 muşkeên biçûk êrîş li dar ketine û di wan êrîşan de 10 kesên din jî birîndar bûne.
Wan karbidestan dan zanîn ku ew agahîyên pêşî yên ji herêmê ne û dibe ku hejmara kuştî û birîndaran biguherin.
Hîn nayê zanîn ku karmendên hatine kuştin leşker in yan karmendên sîvîl in.
Berdevikê Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka Myles Caggins ji Twitterê dîyar kir ku êrîş bi demjimêra herêmî di 19:35 de pêk hatiye û lêpirsîna ser wê didome.
Artêşa Îraqê piştî êrîşê dîyar kiribû ku ti kes nehatiye kuştin û birîndar nebûye.
Di rojên borî de jî dijî bingehên leşkerî yên Amerîkî yên li Îraqê êrîş li dar ketibûn.
Rêvebirîya Washingtonê bo êrîşên dijî bingehên wê komên girêdayî Îranê tawanbar dike.