Li bajarê Hamburg li Almaniya piraniya serok û rêberên welatên zilhêz hatin ba hev di kombûna G20 de, da ku giftûgoyan li ser hin mijarên girîng bikin mîna: şerê li dijî terorismê, keş û hewa, çekekên navokî û qeyrana Sûriya û Iraqê.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolîner Dr. Ehmed Xelîl re kir, ji bo parvekirina nerîn û bûçûnên wî di derbarî vê kombûnê de.
Dr. Ehmed dibêje:" Ev kombûn ji bo ku welatên zilhêz, semyanên cîhanê li hev par bikin û bi taybetî li welatên Rojhilata Ewrupa û Rojhilata Navîn."
Di derbarî qeyrana Sûriye û hevdîtina serokê Amerîka Donald Trump û yê Rûsiya Vladimir Putin di vê kombûnê de, Dr. Ehmed got, ku ew dixwazin ku Sûriye li xwe par bikin, ji ber wê hewil didin ku bighêjin xalên hevbeş ji bo parastina berjewendiyên xwe di herêmê de.
Ji aliyekî din jî, Dr. Ehmed anî ziman, ku Amerîka û Rûsiya karin kurdên Sûriye paşguh bikin, li himberî berjewendiyên xwe bi taybetî bi Tirkiye û rêjîma Beşar Elesd re.