Qesra Sipî bi daxuyanîyekê piştrast kir ku Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayî wî yê Rûs, Vladimir Putin, ewê roja Înê li Hilcivîna G-20 kom bibin
Hilcîna G-20, dê li Hamburg ya Almanya di 7 û 8'ê Tîrmehê de li dar keve.
Trump, piştî serokbûna wî dê cara yeke bi Putin re li Hamburgê bicive.
Kremlînê dîyar kir ku îstiqrara cîhanî, ewlekarî, Sûrîye û peywendîyên Amerîka û Rûsya, dê mijarên sereke yên hevdîtinê bin.
Li gor CNN’ê, îdiayên ser tilîya Rûsya ya di hilbijartina Amerîka ya sala 2016'an de dê neyê axaftin.