Operasyona azadkirna bajarê Mûsilê piştî heft mehan hêşta dewam dike. Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Abadidi daxuyaniyekê degotibû, ragihandina azadkirina Mûsilê wê li dema rojan da be.
Herwesa reberê laşkerê Îraq General Rayid Cewdet da zanin ku tenê du tax di destê çekdarên Daişê de mane.
Helbet azadkirina Mûsilê wê çê bibe, lê tirs û nigeranî li cem Kurd û Erebên Sune bihêzbûna çekdarên Şî'a ye ku Îran piştevaniya wan dike.
Erê Îraq piştî derkina Daîşê wê aramîyê bi xwe ve bigre? Eger niha Kurd û Erebên Sune û çekdarên Şî'a bihevra şerê Daîşê dikin, lê eger Daîş nema, hebûna van hêzên dijî hevdû wê bibe egera nearamiya Îraqê?
Bernama Tîrêj ev pirsyar û çend pirsyarên din li gel Dr. Hemîd Bavî behis kirin.