Serokê Sûriyê Beşar Esed di gaveke ne pêşbîn de îsal li derveyî Dîmeşqa paytext beşdarî nimêja cejna Remezanê bû.
Medya dewletê dibêje Esed îro yekşemê çû bajarê Hema bo yekem car ji dema destpêkirina şerê Sûriyê ve ji bo tevlîbûna nimêja sibeha cejnê.
Ew li mizgefta Nûrî tevlî nimêjkeran bû.
Hêjayî gotinê ye, hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyê bi alîkariya Rûsya di van mehê dawî de pêşketinên berbiçav bidest xistin û ew niha pênc bajarên herî mezin li welêt kontrol dikin.