Nûnerê taybet yê Netewên Yekgirtî Stifan De Mistura dibêje, ew bi bivîye encamên danûstandinên aştî ya Sûrîye dewleteka azad, demokrasî peyda bibe ko mafên mirovan têda bête parastin.
Piştî şeş salan ji şerên dijwar digel tevlîbûna hêzên çekdarên cuda û hêzên herêmê û yên nêfnetewî payda kirina welatekî wiha kareka zore.
Erê aliyên siyasî dinav Sûrîye da bawerî bi sistemê demokrasî hene da welatekî azad peyada bikin?
Erê opozisyon a Sûrî ewa Tirkiye piştavanî dike û hikumeta Sûrî ewa Îran piştgirî dike wê bikarn mafên mirovan li welatekî pîr Ol û netewe biparêzîn?
ev pisyare digel çend pisyarên din bernamê pêşkişkarê bernamê Tîrêj, Xalid Fetah, arastî mivanên birêz, Mîral Biroreda rêvebirê saziya Biryatî ya mafên mirovan û rojnamevan Komas Şehbazî kir.