Hêzên Sûriya Demukrat (HSD), ku piştgiriya Amerîka werdigrin, li bakurê Sûriyê gundek ji bin destê Daiş rizgar kirin, û nêzîktir dibin ji qutkirina riya di navbera bajarên Reqqa û Dêr el-Zorê de.
HSD ji meha 11 a sala borî ve çalakdarin di pêşketinên xwe de ber bi rizgarkirina bajarê Reqqayê de.
Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye îro şemiyê got HSD ku Kurd serkêşiya wê dikin gundê Jawees rizgar kirin.
Çavdêriyê got şervanên HSD nêzîk dibin ji qutkirina rê ji ser çekdarên Daiş di navbera Reqqa û Dêr el-Zorê de.
Hêzên Sûriya Demukrat niha piraniya gund û bajarokên bakurê Reqqa kontrol dike û li aliyê rojhilata bajêr jî pêş dikevin.