Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşangeha Belgeyan ya Pink Floyd li London Vedibe


Damezrênerên koma mûzîka rock “Pink Floyd” Roger Waters û Nick Mason hêvî dikin ku pêşangeha belgeyî ya 50’i saliya koma wan di meha Gulanê de, karibe peyama wan bighîne hezkiriyên wan û herwisa jî rêzgirtin û şanaziyê bide kesên ku piştgirtî û alîkariya wan kiriye bo berdewamkirina xebatên wan.

Pêşangeh bin navê "The Pink Floyd Exhibition: Their Mortal Remains", "Bermayên miriyên wan", wê li London's Victoria û mûzexana Albert di Gulanê de vebe.

http://pinkfloydexhibition.com/

Di pêşangehê de ji 350 belgeyan zêdetir wê bên pêşandan, ji nameyan, nivîsa destan, sketch û wêne û vîdyoyên wan jî.

Pêşangeh çîroka vê koma navdar ku ji 50î salî ve xebatên mûzîkî dikin, bîne ber çavan

“The Wall” “Dîwar” yek ji stranên herî navdare ji vê komê re, ku di sala 1979'an de hatibû belavkirin.

XS
SM
MD
LG