Wezîrê derve yê Rûsî Sergei Lavrov nunerên Partiya Yekêtiyê Demokrat (PYD) ya Kûrdên Sûrî dinav jimareka nunerên rikaberiya Sûrî de xwestine Moscow jibo kombunê û danustandinan bi mebesta pêdaçonê biser civînên Astana de.
Nunerê PYDê li Moscow Abdulselam Alî gote Dengê Amerîka VOA, bi tene nunerên hêzên çekdar li civînên Astana amadebun û niha amadekarî hene jibo civîna 8ê meha bê li Ginîva kû PYD wê têde cih bigire.
Birêz Alî got, ew li dijî pêkînana herêmên ne-firîn in eger wan deveran vegire kû artêşa Tirkiyê dagîrkirne.