Danûstandinên ser guheritan destûrê Bingehîn li perlemenê Tirkiye berdewame. Ligor daxwaza AKPê eve danûstandin e têne kirin ko dibêje, sîstemê nû wê aramîya sîyasî û aborî peyda bike.
Lê aliyên oposizyonê bawer dikin ev pêşveçûne wê desthelata yek kes qaym bike û bandûra xirab liser demokrasîya welat bike.
Niha pisyar ew, erê gohartin a Qanûna bingehîn çend wê xizmeta gel û welatê Tirkiye bike?
Bernamê Tîrêj ko ji aliyê Xalid Fetah ve li rojên Şemê tê pêşkêş kirin, mihavandarîya Sami Tan serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Ridwan Botanî cêgirê berê yê KDP/Tirkiye dike.