Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka, Xwedîyê Îmtiyaza Kovara Ekovizyon Ednan Ateş got, karên tîrorê û teqîn bandorê nakin ser civakên Tirkiyê çinko kes piştevaniyê li wan karan nake.
Wî got, civakên Tirkiyê xwe berhevda dibin û li dijî wan karan ne.
Birêz Ateş gote VOA, niha Tirkiyê mijûlî guhertinên siyasî yên navxwe ye û gelekê ne haydarî beşdariya artêşê ye di şerê Sûrî de.
Li ser asta dîplomatîk jî Tirkiyê çalake. Ewê beşdarî danûstandinên Estane bibe û gel Îraqê jî kar dike ji bo derxistina PKK bi rêkên dîplomatîk.
ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke