Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Berpirsiyariya Teqînên Bexdayê Radighîne


Du teqînên ku bazareka navenda Bexdayê ji xwe re kirin armanc bi kêmanî 28 kes kuştin û 54 kes birîndar kirin, li gor berpirsên polîs û saxlemiyê.

Êrîş îro şemiyê sibehê zû bûn li al-Sinak, ku bazareka bi qebalix a firoştina pêdiviyên otombêlan, xwarin û cilûberg û her wiha toximê çandinîye ye.

Polîs di destpêkê de got du bumbeyên li ser rê li dû hev teqiyan. Piştre berpirsekî polîs got bumbeya yekem teqiya û li dû wê xwekujekî xwe li cihê kombûna xelkê teqand. Dawî yê polîs got ew herdû teqîn jî bumbekirinên xwekujî bûn.

Bagdad
Bagdad

Hemî berpirsan nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata belavkirina agahiyan nebû.

Gurûpa Dewleta Îslamê di daxuyaniyekê de, ku li ser malpera wan Aamaq hat belavkirin de, berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşan û piştrast kir ku ew du teqînên xwekujî bûn.

XS
SM
MD
LG