Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Heşda Şaabî FirokxanaTala’fir ya Leşkerî Rizgar Dike


Ajansa Reuters roja Çarşemê da xûyakirin ku, hind gropên hêzên Heşda Şaabî ya ku, piraniya wan milîtanên Şia mezhebin çekdarên DAIŞê ji bingeha leşkerî ya Firokexana Tala'fir derkirine û niha riya serke ya Îraq û Sûriyê bi hevre girê dide li DAIŞê hatiye birîn.

Yousif Kîlabî gotebêjê Heşda Şaabî ku piraniya hêzên wan ji aliyê Îranê de tên piştevanî kirin gote kenalê fermî yê televizyona al-Îraqiye ku, ser bi hikûmeta Bexda ve ye, wan bingeha leşkerî û Firokxaneya Tala'fir ji çekdarên DAIşê rizgar kir.

Bingeha leşkerî ya Tala'fir ku dikeve 60 kîlometran li rojavayê bajarê Mûsil, ew weke bingehke streratîjîk yê leşkerî tê naskirin, dikeve ser riya serekî ya di navbera Îraq û Sûriyê de.

XS
SM
MD
LG