Serokomarê Tirkiye Receb Teyyib Erdogan di têkeliyeka telefonê pirozbahî li serokê helbijartî yê Amerîka Donald Trump kir û behsî pêşxistîn û hevkarîyeka qaym kir.
Têkeliyên Amerîka digel Tirkiye liser çend mijaran keftine di astengan da bitaybet liser pirsa şerê dijî DAÎŞê li Sûrîye û piştevanîya Amerîka bo şervanên Kurd li Rojava û herwesa derbarî pirsa Fethulla Gulen ko Tirkiye dibêje, dest di kodata leşkerîya dijî hikumeta Tirkiye hebû.
Di hevpeyvineka Dendê Amerîka digel nivsikar Şêxmus Sefer got, media Tirkiye û herwesa Gulen piştevanîya xwe bo xanim Hillary Clinton diyar kirin lê encamên helbijartînan ne weko hiviyan bû.
Herwesa birêz Sefer got, zehmete pêşbiîya siyaseta Trump bête kirin.