Seredana Serokê Rûsya bo Tirkiye piştî demekê ji nakokîyan di navbera her du welatan tê û xistîna balafira Rûsya li meha Heşt – 2016 li asmanê Sûrîye. Tirkiye û Rûsya dixwazin têkelîyên aborî bihêztir bikin lê aloziya sereke liser rolê herdû welata ye derbarî Sûrîye.
Ligor peyaman, lêk nizîkbûn liser gehandina alikarîyên mirovanî bo Helebê hey lê liser bidawî anina şerê pitir ji 5 salan li Sûrîye rêknakevin lidema Rûsya piştevania rijêma Esed dike û Tirkiye piştevanîya oposizyona Sûrî ya dji Esad dike.
Di hevpeyvinka Dengê Amerîka digel rojnamevan Fehîn Işik dibêje, Rûsya û Tirkiye liser gelek mijaran lihev nehatin lê Tirkiye dixwaze van têkelîyan hember Amerîka bikar bine ko eger Amerîka daxwazên Tirkiye bicih ne ani eve riyeka din heye.
Herwesa birêz Işik da zanin "siyaset bi gefan nayête kirin" ko mebesta wî Tirkiye ye.