Roja herî girîng di 5 rojên Hec yên salane de ji aliyê nêzîkî du milyon misilman ve hate pîrozkirin ku li hin cihên herî pîroz ên Erebistana Saudî kombûn.
Nimêjkar ji berbanga sibê de îro yekşemê kombûn li ser girê kevirîn û deşta hawîrdorê ya bi navê Çiyayê Erefat tê nasîn ku derdora 15 km ji bajarê Meka dûre.
Ji roja yekem a Hec ve, Bawermend li wir nimêjê dikin û Quranê dixwînin. Misilman bawerin ku pêxember Mihemed gotara xwe ya dawî li wî cihî daye.
Îran îsal Hec baykut kiriye û dibêje bersivdana berpirsên ewlekarî û tenduristiyê yên Erebistana Saudî lawaze bo rewşên tengav. Ji dêvla neçûna Hec Îraniyên Şîiî îsal serdana Kerbela ya Îraqî kirin ku ewjî cihekî pîroz e ji bo wan.
Tê zanîn sala borî, bi kêmanî 2 hezar kes jiyana xwe ji dest dan di rûdanekê de li Meka ku bi sedan Îranî di nav wan de bûn.