Serokê Amerîka Barak Obama dibêje Amerîka bûye serkirdeya cîhanê di şerê dijî guhertina keşûhewayê de ku wî ew di axaftina xwe ya heftane de anî ziman wek “yek ji dijwariyên herî mezin yên vê serdemê.”
Obama nîşan bi wê yekê da ku “sala 2015 ji sala 2014 germtir bû û 2016 jî dê hîn germtir be.”
Serok got,”li gel vê yekê, di heft sal û nîv ên borî de, me hin weberhînanên baş kirin di warê wizeya paqij û kêmkirina gaza karbon de.”
Obama got serkirdayetiya Amerîka di warê keşûhewayê de, alîkarbû di komkirina dused welat de li Parîsê sala borî li dor girîngtirîn rekeftin di dîrokê de, ji bo parastina gerdûnê.
Ev rêkeftina, li gor Barak Obama, bingeheke ji bi avakirina siberojeke baştir, paqijtir û aramtir ji bo zarokên me.