Dozgerên Fedralî li Belçîka dibêjin polîs du kes girtin bi gumana pilankirina êrîşeke terorîst.
Berpirs dibêjin herdu kes Nûredîn H. û birayê wî Hemze H., doh înê êvarê hatin girtin piştî vekolînên malan li navçeyên Mons û Liege.
Nivîsîngeha dozgerê giştî got herdû kesan pilan dikir êrîşekê li cihekî pêkbînin.
Çi çek an teqemenî nehatin dîtin di mala wan de .
Herdû bira dê îro şemiyê derbasî dadgehê bin li benda biryara hîştina wan di girtîgehê de an jî berdana wan.
Tê zanîn Belçîka di huşdariyeke bilind de ye piştî teqînên Broksilê ku Daiş berpirsiyariya xwe ragihand li dor wan û her wiha êrîşên van demên dawî li Frensa û Almanya.
Broksil nivîsîngehên Yekîtiya Ewrupî û bingehên NATO vedihewîne.