Bajarê Mibcê ku li jêrî destê DAIŞê bû, nuha helmetên leşkerî ji aliyê Hêzên Sûriye Demokratîk û Hêza Hevpeymaniya Navdewletî dibin bo rizgarkirina wê ji destê DAIŞ û paşvexistina çekdarên DAIŞ ji wê deverê.
Dr. Selah Cemîl berpirsê pêwendiyên leşkerî yê giştî yê YPG çûbû serdana Minbicê û di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got ku : Rizgarkirina Minbicê serkeftineke mezine ji herêmê re û ji hemû kesê li dijî DAIŞê re.
Herwiha jî Dr.Selah anî ziman ku nûçeyên belavbûyî di derbarî kuştina kesên sivîl di êrîşên esmanî yên hevpeymaniyê de ne rast e û tu kuştiyên sivîl tunene lê belê bi tenê çekdarê DAIŞê ne.
Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke