Amerîka û çendîn welatên rojava rîxna tund li Tirkiye digrin liser girtîna hijmereka mezin ya wan kesan ko hikumete dibêje dest di kodeta leşkerî ya neserkeftî da hene. Lidema serowezîrên Tirkiye Biali Yildirîm hoşdar da xelkê liser tovekirnê ji kesên beşdarî di kodetayê kirin.
Dewleta Tirkiye heta niha 8777 bergoman û 6000 efserên leşkerî û dadwer binçav dike ko boye cihê nigeranêya civaka vavnetewî lidema Netewên Yerkgirtî daxwaza hinartîna çavdıran dike bo misûger kirina dadgeh kirina rewa.
Di hevpeyvinaka Dengê Amrerîka digel nivskar Xelil Baran dibêje, Tirkiye de demeka tengav da derbas dibe û divê hikumet bi awayeka demokrasy pirsan çareser bike.
Herwesa birêz Baran da zanin, leşker yan sivêl di desthelata Tirkiye da be bo Kurdan wekheve jiberko her dua liyan bajarên Kurdan wêran dike.