Li Tirkîyeyê îşev si saet 22:00’an de li bajarê Stenbol û Enqereyê hewleke leşkerî pêk hat.
Gelek leşker pira Bogazîçî Fatîh Sultan Mehmet ya Stenbolê ji trafîkê re girtin. Reuters ji medya Tirkî ragihand ku li pêş Serokerkanîya Artêşê dengê çekan hat bihîstin û pevçûn derketin.
Lê agahîyeke zelal li ser bîrîndar yan jî mirinan ne hatine ragihandin.
Ajansa dewletê Anadolu ragihand ku Serfermandar Hulusi Akar wek dîl hatiye girtin.
Di kanala dewletê ya TRTyê de, artêşê ragihand ku wê dest danaye ser kanalê û daxuyanîya darbeyê bi zindî da weşanê.
Serokomar Erdogan jî di CNN Turk de ragihand ku ew ji gel re bang dikin ku li hember hewla darbeya neqanûnî derkevin qadan, dengê xwe blind bikin.