Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Alîkariyên Mirovahî Dişîne Filestînê


Tirkiyê, îro şemiyê, barekî mezin ji alîkariyên mirovahî dişîne kerta Xeza ,ku pêk tên ji birincê, ard û lîstikên zarokan, piştî çakbûna pêwendiyan di nabvera Tirkiyê û Îsraîlê de.

Ev pêngav tê di demekê de ku bêkarî li Xeza gihîştiye rêjeya 43 ji sedî, eliktirîk rojê tenê 8 ta 12 demjimêran heye û jêderên avê ziwa bûne.

Serokê Tirkiyê Receb Teyyip Erdogan bi hestdarî bi rewşa Xeza re danûstandinê dike. Ew pir dilgiran bû dema têkçû di hewildana şikandina dorpêçkirina deryayî û derbaskirina alîkariyan bo Xeza di sala 2010 de.

Tê zanîn, Xeza ji sala 2007 an ve di bin deshilata Hemas de ye, tevgera misilman a wek partiya Erdogan, AKP.

Tirkiyê hewil dide bingehên berhemhînana eliktrîkê û avê, nexweşxe û malan li wir avake.

Hêjayî gotinê, pêwendiyên Îsraîl ûTirkiya ku di demekê de, tenê hevalbenda misilman bû bo Îsraîlê, bişûnve çûn piştî îsraîlê li gemiyeke alîkariyan a Tirkiyê xist û nehîşt ew derbasî Xeza be di gulana 2010 de.

Di wê rûdanê de 10 çalakvanên Tirk hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG