Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Cejna Bavan de Obama Şîretên Sade Pêşkêş Dike


Cejna bavan îsal li Amerîka tê piştî hefteyekê ji komkujiya yaneyeke şev a hevregezan li bajarê Orlando yê wîlayeta Florida ku 49 kesan jiyana xwe ji dest da û 53 kesên din jî birîndarbûn.

Serok Barack Obama di axaftina xwe ya heftane de got di cejna Bavan de, ew wekû bav gelekî mijûl dibe li dor berpirsiya her hemwelatiyekî ji bo yê din.

Wî got:

"Werin em qet ji bîr nekin, em dikarin çiqas tiştên baş pêkbînin bi riya hezkirina yek û din. "

Mirina hin kesên hêja, ew bû nîşana yekem cejna bavan, ew vedigere 5 tîrmeha sala 1908an, dema kenîseya Virginia Rojava salvegera mirina 362 kesan vejand ku sala berî wê di komirgehekê de jiyana xwe ji dest dan.

Di salên 1920 – 1930î de tevgerek çêbû ji bop tevlîkirina cejna Dayîk û bavan di heman rojê de, lê dema şerê cîhanî yê duyem destpêkir nerîna giştî bêhtir ber bi wê yekê ve çû ku rêzhînan li hêzên welat bibe. Ev nerîn biserket û ji dawiya şer ve roja Bav bû cejneke niştimanî.

XS
SM
MD
LG