Berpirsên Îraqî dibêjin teqînên ku seytereyeke polîs, xwaringehek û du bazar ji xwe re kiribûn armanc, 15 kes kuştin û bêhtirî 40 kesên din birîndarkirin li Bexdayê û derdora wê.
Teqîna herî mirdar ew ya xwekujî bû li dijî seytereyeke polîs li Tarmiyah ku derdora 50 km li bakurê Bexda yê ye. Di encamê de 8 kes hatin kuştin û 15 kesên din birîndarbûn.
Sê serbaz din av kuştiyan de bûn.
Du êrîşên cuda li bazarên Bexdayê 5 kes kuştin, û li xweraingehekê teqînekê du kes kuştin.
Polîs û berpirsên nexweşxanê jimara kuştiyan piştrast kirin.
Wan nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber wan desthilata axaftina li gel medya nebûn.
Ev êrîş tên di demekê de ku hêzên Îraqî hewil didin bajarê Fallujah ji bin destê Daiş rizgarkin.