Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter dibêje, wê leşkerîya Amerîkî ji du bûyerên ketina firokan di dema hîndarîya leşkerîyê de, dersên pêdivî derxîne.
Carter dîyar kir ku ewê dersên pêdivê ji wan du rûdanêên derxin û di ware ewlebûnê de tedbîrên pêdivî wergirin ku bûyerên wiha kujêr çênebûn.
Do Pêncşemê di ketina firokeke ceng ya Amerîkî de 5 leşkerên Amerîkî, di dema hîndarîyeke leşkerî de li Teksasê hatibûn kuştin, 4 leşkerên din jî hinda bûbûn.
Di rûdana din de, pîlotekî Amerîkî hate kuştin, piştî ku firoka wî ya F/A-18 di dema hîndarîyekê de li bajarê Smyrna ya eyaleta Tennessee gêr bûbû.
Hêzên Deryayî yên Amerîkî û yên Esmanî vekolînên xwe yên ser rûdanên dohî didomînin ku bizanin çi bûye sedema ketina firokan.