Ji doh Îniyê de taxa Şêx Meqsûd ketiye ber êrîşên giran ji aliyê hin girûpên çekdar yên islamî ve û di encama wan de keçek 15 salî hateiye kuştin û 4 kesê din jî birîndar bûne.
Rêzan Hido endamê Encûmena Sûriye Demokrat ji Efrînê, di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got, ku Cebeht el-Nusra û alîgirên wê dixwazin ku fişarê li hêzên kurdî bikin û wan bikşînin meydana şer li bajarê Helebê.
Herwiha jî birêz Hido li ser helwesta hêzên navdewletî di derbarî Şêx Meqsûd de û bêdengiya wê dibêj: "Ew tiştekî seyer e ji bêdengiya Rûsiya û Amerîka di derbarî van êrîşan de bê ku tu alîkariyê bidin niştecihên vê taxê û wan li ber gefa girûpên radîkal hiştine."
Ji bo guhdarîkirna vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke