Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu li roja Pêncşemê ragihand ku ewê di kongreya awarte ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de, xwe berbijar nake.
Şareza bawer dikin ku cûdabîrîyên navbera serokomar û serokwezîrê Tirkiyê derbara siyaseta Receb Tayyîp Erdogan e û pirsa guhartina sîstemê serokatîya welat e.
Erê kongreya 22ê vê mehê wê guherîna di nav AKPê da peyda bike û çend bandorê bi ser siyaseta nêvxwe û derve ya Tirkiye bike.
Benamê Tîtêj bo zîdetir li ser vê mijarê rawestê mêvandarîya rojnamevan şareza Kadrî Dersilavî û birêz Imam Taşçier kir.