Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hozan Brader: Ez Bi Koka Xwe Ve Girêdayî Me û Hunera Min Ji Kaniya Wê Tê


Mêvanê vê xelekê ji bernama Deng û Reng, hunermendê kurd yê navdar Brader e.

Hozan Brader di sala 1958an de li gundê Mûsîka, herêma Mêrdinê hatiye dinê.

Bavê wî dengbêjekî naskirî bû di herêmê de. Zaroktiya xwe li civata bavê xwe derbaskir, li ber stran û serpêhatiyên Kurdî û ev bû sedem ku bala xwe bide dengbêjiya Kurdî.

Hozan Brader
Hozan Brader

Piştî demekê pêlava xwe da çerçîyekî û Tûtûk(bilûr)ek ji xwere kirî, ku bû amûra yekem di jiyana wî de û bi wê êdî hezkirina xwe ji hunerê tanî ziman.

Dema ku dest bi dibistana seretayî kir, Mandolin, Flut û Tembûr ji nêzîk ve naskir.

Ji ber xebata xwî yê mûzîkê, dikeve zindana Wanê û 3 meh û nîvan ceza distîne.

Jiyana Brader êdî di zor û astengiya de derbas bû bi taybetî piştî hatina conta leşkeriya Tirk li ser desthilatê di sala 1980ê de, wî riya xerîbiyê da ber xwe û hate Ewrupa

Hozan Brader
Hozan Brader

Brader ji sala 1986an de li Holanda jiyana xwe berdewam dike.

Heta niha 11 album u sêlikek(plak) chêkiriye, ji %80-90 stranên xwe bi xwe çêdike.

Di gelek film û rêze-filman de beşdar bûye wekû lîstkvan him bi Kurdî him bi Holendî.

Her wiha jî mijûlî hunera şêwekarî dibe, û bi hemû wijdan û dilxweşiya xwe ked û ramanê xwe dide hunerê û baweriya xwe bi wê tîne û doza gelê Kurd bi hemû awayên tîne ziman .

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:47 0:00
please wait

No media source currently available

0:00 0:20:49 0:00

XS
SM
MD
LG