Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Kuştiyên Teqîna Xwekujî li Îraqê Digihe 41 Kesî


Berpirsên Îraqî dibêjin jimara kuştiyan a teqîna xwekujî li yarîgeheke fûtbolê gihîşte 41 kesî û 105 kesên dinjî birîndar bûn.

Berpirtsên tenduristî û saxlemiyê jimara dawî îro şrmiyê dabîn kirin bêyî ku navê xwe diyar bikin ji ber ku wan deshilata ragihandinê nebûn.

Teqîn roja înê rûda di dema matçekê di yarîgeheke biçûk de li bajarê Iskenderiye ku 50 km dûrî Bexdayê ye.

Gurûpa Dewleta Îslamî berpirsiyariya xwe ragihand li dor teqînê û got wan milîtanên Şîiî ji xwe re kirin armanc di vê teqînê de.

Tê zanîn ku gurûpa tundrew Daiş di van mehên dawî de gelek navçe li Iraq û Sûriyê ji dest dan lê hîn êrîşan dibin ser xelkê sivîl.

Hêjayî gotinê ye ku Daiş vê hefteyê berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşa li Broksêl ku di encamê de 31 kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG